Cîhan
K’oçaryan wê girtî bimîne: meh’kemê ort’eçîtîya p’arêzera înk’ar kir
Meh’kema Yêrêvanêye t’omerî bi seroketîya Anna Danîbêkyana h’akim h’evtê mijdarê berdana serokk’omarê Ermenîstanêyî duda R’obêrt K’oçaryan înk’ar kir. Çawa R’adîolûr e’lam dike, civîna meh’kemê wê 12-ê mijdarê biqewime.Serokk’omarê Ermnîstanêyî duda ji 25-ê h’ezîranê girtîye.Dijî R’obêrt K’oçaryan îşê meh’kemê têr’a hatîye dîtinê bona wê yekê ku ewî t’evî kesên din peymana konstîtûsîya K’omara Ermenîstanê t’er’ibandîye.