H’emû nûçe

Nîkol P’aşînyan û Har’lêm Dêzîr fikir dora serbestîya mêdîyaêda p’evguhar’tine

Nîkol P’aşînyanê serekwezîr wek’îlê Organîzeya Hevk’arî û Bêqezîyabûna Avropaêye pirsên azaya mêdîyaêda Har’lêm Dêzîr qebûl kirîye.Serekwezîr derheqa mafên mêriv, yê nava goveka p’arastina xebera azada daye dîyarkirinê û gotîye,wekî r’oja îroyîn ew azayî nava mêdîya Ermenîstanêda li ser dereca bilinde û qîmetkirinên sîstêmên navnet’ewî şe’detîya wê yekê didin. Serokê h’ukumatê derheqa xebera azada gotîye û daye dîyarkirinê,wekî anegorî h’esaba wî alîda Ermenîstan r’oja îroyîn cîyê h’eyştadaye.Bi gotina serekwezîr ev yek dide k’ifşê, wekî h’ukumata Ermenîstanê qîmetîyên dêmokratîyaê û mafên mêriv cîyê pêşinda digre. Har’lêm Dêzîr dereca azaya mêdîyaêye li Ermenîstanê bilind qîmet kirîye û xebata h’ukumatêye wî alîda silav kirîye.Xeberdan usa jî derheqa înformasîyaên ner’ast, h’alê h’iznekirinê û gavên dijî wê yekêda çûye. P’aşînyanê serekwezîr usa jî derheqa seredanên r’ojnem’evanên Ermenîstanê, Qerebag’êye li Adirbêcanê û r’ojne’mevanên Adirbêcanêye li Ermenîstanê xeberdaye, k’îjan dikarin xebera h’iznekirinê û sazkirina aminayê pêşda bînin.Har’lêm Dêzîr ew înîsîyatîva silav kirîye û berdewama wê girîng h’esab kirîye. Serekwezîr hevk’arîya t’evî wek’îlê organîzeyê girîng h’esab kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button