Sîyasî

Ermenîstan piştgirîyê dide yektîya têrîtorîyaên Sûrîyaê: Nîkol P’aşînyan

Wextê civîna şêwira Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv, serekwezîrê Ermenîstanê derheqa h’alê Sûrîyaêda xeberdaye û qewînbûn, aşîtîya li Sûrîyaê girîng h’esab kirîye. “Qewimandinên li wî welatî, yên xemgînîne. Ermenîstanê van axirîya êrîşa T’irk’îyaêye leşkerîye li bakûr-r’ohilatê Sûrîyaê gunek’ar kir, ya ku bona binelîyên li wire ermenî jî qezîyaê pêşda tîne. Ol û net’ewên kêmjimar dibine nîşangehên h’îmlî, bona têr’orîsta û yên ku li piş wan sekinîne.Em h’emû jî zendegirtî bûn,wextê ku wek’îlê dêra ermenîyî ji bajar’ê Qamişloyê û bavê wî çawa kuştin.Me’nîyên dagirkirina t’irkaye li Sûrîyaê wî welatîva girêdayî nînin.T’er’ibandina prînsîpên mafên navnet’ewîye ji alîyê T’irk’îyaêda tiştê qebûlkirinê nîne û ew gerekê ji alîyê civaka navnet’ewîda bê gunek’arkirinê. Ermenîstan piştgirîyê dide yektîya têrîtorîyaên Sûrîyaê.Emê alîk’arîya hûmanîtarîye bona Sûrîyê awqasî berdewamkin, çiqasî ew yek pêwîstbe”,-serekwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button