Wezîrê h’ukumata Herêma K’urdistanê Xalid Şivanî e’lam kirîye,wekî meremê h’ukumatê ewe, ku xala 14O-î ji alîyê h’ukumata Beg’dayêda bê mîyaserkirinê, ya ku girêdaîye statûsa wan neh’îyên K’urdistanêr’a, yên ku ji bin serk’arîkirina k’urda derin.Şivanî gotîye,wekî nenihêr’î wê yekê, ku h’ukumata çawa li Beg’dayê wê bê sazkirinê, lê qayîlîya gerekê bighîjine qayîlîy sîyasî.Ewî daye dîyarkirinê, ku meremê hevr’axeberdanên t’evî Beg’dayê ewe, ku bighîjine mîyaserkirina xala konstîtûsîyaêye 14O-î û pirsa statûsa neh’îyên K’urdistanê bê h’elkirinê. “Proêkta me bi du êtapaye.Êtapa e’wlin milahîmbûna h’alê li K’irkûkê û neh’îyên k’urdaye mayîne, yên ku bin serk’arîkirina K’urdistanêda nînin. Êtapa duda mîyaserkirina xala 14O-îye”,-Şivanî gotîye.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close