
Li T’irk’îyaê dîsa sê serokbajar’ên k’urd, yên ji alîyê partîya Dêmokrasîya Gela, ji qulixên wan derxistine.Wezîreta T’irk’îyaêye k’arên hundur’ e’lam kirîye,wekî serokbajar’ên neh’îyên Bûlanîkê û Vartoyê ji qulixa hatine derxistinê û ew nava p’êwendîyên t’evî PKK-ê tên gunek’arkirinê.Anegorî înformasîya stendî serokbajar’ê Êrant’epe jî dîsa bi wê me’nîyê ji qulixê hatîye derxistinê.Em bêjin,wekî T’irk’îyaê îdî gelek serokbajar’ên k’urd ji qulixên wan dane derxistinê.