SerekeSîyasî

Dêlêgasîya parlamênta Avropayê li K’urdistana Sûrîyaê qesidîye

Dêlêgasîya parlamênta Avropayê çûye Qamişloyê, bona ku hevr’axeberdana t’evî wek’îlên seroketîya R’ojavayê hevr’axeberdana derbazkin. Seroketî dêlêgasîyaê kirîye parlamêntvanê ji Aûstrîyaê Andrêas Şnaydêr û dêlêgasîya ji alîyê E’bdilk’erîm Omerda hatîye qebûlkirinê. Wextê prêss-konfêransa t’evayî, Andrêas Şnaydêr gotîye, ku R’ojava h’ewca p’arastinêye, bona ku guhar’tinên dêmografî li wir neyêne kirinê.Şnaydêr gotîye,wekî bona R’ojavayê alîk’arîya hûmanîtarî wê bê dayînê.Ewî serda zêde kirîye,wekî r’ûê opêrasîyona T’irk’îyaêye leşkerîda 35O-î meriv dîsa bûne mihacir. “Em gerekê îzinê nedine T’irk’îyaê ku ew li ser têrîtorîyayên okûpasîyakirî dêmografîyaê biguhêr’in. Me derheqa t’êmayên cuda-cudada xeberdaye û me gotîye,wekî wek’îlên net’ewên kêmjimare li vê herêmê jî gerekê t’evî hevr’axeberdanên li Jnêvê bibin”,-Şnaydêr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button