SerekeSîyasî

Bîrên neftêye li K’irkûkê wê ji alîyê leşkerên amêrîkîda bên p’arastinê

Wek’îlê e’nîya t’irk’mênaye li Îraqê Meh’med Saman e’lam kirîye,wekî bîrên neftêye li K’irkûkê wê ji alîyê leşkerên amêrîkîda bên p’arastinê. Meh’med Saman gotîye,wekî eger zûtirekê li p’ayt’extê Îraqê-Beg’dayê h’ukumat neyê sazkirinê, li herêmê dikare vakûma bêqezîyabûnê pêşda bê.Bi gotina wî leşkerên amêrîkîye li baza nêzîkî K’irkûkê, yên ku bi sala ji baza leşkerî dernek’etibûn, du r’oj pêşda K’irkûkêda ew dîtine.Saman gotîye,wekî ew yek tiştê xemgînîye, ku h’etanî niha serekwezîrê Îraqêyî nû nehatîye hilbijartinê. Ewî daye dîyarkirinê,wekî girêdayî vî h’alîr’a t’eşkîletên têr’orîstî dikarin van mecala bidine xebatê û K’irkûk dikare ji vê yekê zyanêk’eve, lê leşkrên amêrîkî hazirin bîrên neftêye li wir bip’arêzin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button