SerekeSîyasî

Seroka beledîya bajar’ê k’urdayî girîng hatîye girtinê

Seroketîya T’irk’îyaê seroka beledîya bajar’ê Sûrêyî li provînsîya Dîyarbek’irê Feymê  Bûlût’ekîn nava têr’orîzmêda gunek’ar kirine û ji qulixa wê derxistine.Mînanî serokbajar’ên mayîn, ewê jî nava p’êwendîyên t’evî PKK-ê gunek’ar dikin. Ew bi r’esmî r’oja duşemê girtine. Serokbajar’a Sûrê meha adarê hatibû hilbijartinê. Partîya Dêmokrasîya Gela ew yek h’esab kirîye çawa gava dijî dêmokratîyaê.Wê bona wê yekê gunek’ar dikin,wekî ew propaganda PKK-ê belav dike, dewleta t’irka û miletên t’irk bêhurmet dike û wextê definkirina endamekî PKK-ê, ew hazir bûye. Partîya Dêmokrasîya Gela ew sîyasîya dewletê  r’exne kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button