Li nêzîkî bajar’ê Ayn Îsayê eskerên t’irka êrîş birine li ser eskerên Sûrîyaê. Hatîye r’agîhandinê,wekî t’irka bi artîlêrîyaê derb gîhandin eskerên h’ukumata Sûrîyaê.Usa jî hatîye dîyarkirinê,wekî nava encamên wê yekêda sê maşînên zirih’kirî xirav bûne, nava eskerê Sûrîyaêda jî kuştî û birîndar hene.Bajar’ê Ayn Îsayê di navbera R’eqayê û T’êl Abyadêdane.Ev bajar’ piştî p’evk’etina t’evî k’omên k’urda k’ete bin kontrola Damişqê. Em bêjin, ev êrîşa li ser Ayn Îsayê peyî wê yekêr’a qewimî,wextê ku p’evçûyîn di navbera qewatên Sûrîya Dêmokratîk û eskerên t’irkada qewimî. Nava wî şer’îda sê leşkerên t’irka hatine kuştinê.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close - Li Arsaxê her roj şaristanîya cîhanê tê tunekirin /wêne/19.04.2024, 15:45