SerekeSîyasî

Serokên K’urdistanê û Ermenîstanê p’êwendîyên êkonomîkî gotûbêj kirine

Serokê K’urdistanê Nêç’îrvan Barzanî û serokê Ermenîstanê Armên Sargsyan derheqa başkirina p’êwendîyên di navbera Hewilêrê û Yêrêvanêda dane dîyarkirinê, berê e’wlin yên nava goveka êkonomîkîda.Serokê K’urdstanê Nêç’îrvan Barzanî wextê forûma li Davosê r’astî serokê Ermenîstanê Armên Sargsyan hatîye.Wextê r’asthatinê p’êwendîyên K’urdistanê û Ermenîstanêye nava goveka êkonomîkîda hatine gotûbêjkirinê û hatîye dîyarkirinê,wekî Herêma K’urdistanê bona învêstorên ermenî cîyekî girînge.Wextê r’asthatinê usa jî fikir dora h’elkirina pirsgirêkên di navbera Hewilêrê û Beg’dayêda, qewimandinên van axirîyaye li herêmê hatine p’evguhar’tinê.Duh Barzanîyê serok usa jî hevr’axeberdan t’evî wezîrê T’irk’îaêyî k’aên der Mêvlût Çaûşog’lû û wezîra Şvêdîyaêye k’arên der Ênn Lîndê derbaz kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button