Cîhan

Vîrûsa li Çînstanê hela hê nehatîye Ermenîstanê:Arsên T’orosyan bersiva xemgînîya daye

Wezîrê Ermenîstanêyî sag’lemîxweykirinê Arsên T’orosyan li parlamêntê gotîye,wekî wezîret derheqa vîrûsa li Çînstanê zane û guhdarîyê dide li ser e’lametîyên t’eşkîleta h’emdinîyaêye sag’lemîxweykirinê. “T’evî vî h’emû tiştî, heger h’ewcetî hebe, emê mecalên anegor bidine xebatê.Niha h’ewce nîne, ku em h’idûda bigrin, yanê jî mecalên başqe bidine xebatê”,-T’orosyan gotîye.Wezîr e’lam kirîye,wekî ew vîrûs dikare werguhêzî nexweşîya p’işikabe, çawa bi cûr’ê p’ersimê, usa jî bi cûr’ên başqe.Wezîr bangî welatîya kirîye, ku mecalên pêşîgirtina nexweşîyên mayîn bidine xebatê û heger nîşanên nexweşîyê hebin, ew gerekê berbir’î doxtirabin. T’eşkîleta h’emdinîyaêye sag’lemîxweykirinê îro civîna mexsûs derbaz kirîye, girêday h’alê li Çînstanêr’a. T’orosyan gotîye,wekî wezîreta Ermenîstanêye sag’lemîxweykirinê dîna xwe dide wê civînê û heger tiştên nû hebin, ewê bi e’lametîyêva pêşda bên.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button