H’emû nûçeSereke

Îraq r’îya li ser e’rdê bona ariş-vêrişê t’evî R’ûsîyayê vedike

Îraq r’îya li ser e’rdê  bona ariş-vêrişê t’evî R’ûsîyayê vedike. Derheqa wê yekêda ajansa  R’îya Novostîyê r’agîhandîye. “Duh em r’astî cîgirê wezîrê R’ûsîyaêyî k’arên der, birêz Bogdanov hatin, li k’îderê usa jî hazir bû cîgirê wezîrê Îraqêyî k’arên der.Wextê r’asthatinê  wezîrê Îraqêyî k’arên der cîgirê xwer’a hate girêdanê û got,wekî şêwira Îraqêye wezîra îþiqa k’esk daye vekirina r’îya di navbera R’ûsîyaê û Îraqêda”,-bayloz gotîye. “Dûraya cêografîye di navbera sînorên Îraqê û R’ûsîyaêda 17OO kîlomêtre, lê di navbera Beg’dayê û Moskvayêda 24OO kîlomêtre. Çi ku derheqa k’ir’în- frotana bi r’îya li ser e’rdêye, dûrayî ewqasî jî mezin nîne. Mecalên k’ir’în- frotanêye mezin hene û ez gumanim,wekî eşîyaên r’ûsîye nava malhebûna gundîtîyê, ênêrgîya êlêktrîkî, goveka matêrîyalên çêkirinê wê bik’evine sûka Îraqê. Ez usa jî gumanim,wekî eşîyaên îraqî wê derk’evine sûka R’ûsîyaê”,-dîplomat gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button