Sîyasî

Barzanî wezîrê Îraqêyî k’arên der qebûl kirîye

Serokê partîya K’urdistanêye Dêmokratîk Me’sûd Barzanî, wezîrê Îraqêyî k’arên der E’lî Al H’ekîm û dêlêgasîya bi serk’arîya wî qebûl kirîye. Me’sûd Barzanî û H’ekîm  fikirên derheqa qewimandinên van axirîyaye li Îraqê û li herêmê t’omerî hildayî p’evguhar’tine, nava wanda usa jî derheqa pirsên sazkirina h’ukumata Beg’daêye nû axivîne.Xeberdan usa jî derheqa protêstokirinên li Beg’dayê û li provînsîyayên Îraqêye mayîn çûye.Hatîye dîyarkirinê,wekî qezîya dasekinandina DAÎŞ-ê hela hê heye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button