H’emû nûçeSereke

Barzanîyê serekwezîr gihîştîye Myûnxênê

Serekwezîrê K’urdistanê Me’srûr Barzanî îdî l Almanîyaêye û t’evî konfêransa Myûnxênêye bêqezîyabûnê dibe. Hîvîyêne,wekî serekwezîrê r’astî cêrge lîdêrên dinîyaê bê, bona ku hevr’axeberdana girêdayî pirsên herêmê û globalr’a derbazke.“Ev r’asthatin wê hevk’arîya herêmî û globalîye bêqezîyabûnê bidine qewînkirinê”,-Me’srûr Barzanî r’ûp’elê xweyî T’wîttêrêda nivîsîye.Wextê r’athatina ewê guhdarîya h’îmlî bide li ser h’alê Îraqêyî niha û usa jî xwestina K’urdistanêye bona berfirekirina p’êwendîyên xweye t’evî civaka navnet’ewî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button