SerekeSîyasî

Serekwezîr Barzanî çûye Vatîkanê ku r’astî Papê R’omayê bê

Serekwezîrê K’urdistanê Me’srûr Barzanî, yê ku nava doranên konfêransa Myûnxênêda r’astî gelek lîdêrên dinîyayê hatîye, çûye Vatîkanê, ku r’astî Papê R’omayê Fransîskos bê.Serekwezîr Barzanî û Papê R’omayê wê derheqa h’alê li K’urdistanê û xweyîkirina dînên cuda-cuda xeberdin.Xeberdanê usa jî derheqa şer’k’arîya dijî têr’orîzmê her’e, li k’îderê hatîye dîyakirinê,wekî Barzanî wê usa jî derheqa wê yekêda bîr bîne, ku Herêma K’urdistanê her dem jî bona k’omên dînên cuda-cuda bûye cîyê bêqezîya.Me’srûr Barzanî wê usa jî r’astî hevk’arê xweyî Îtlayê Cûzêppê Kontê û çend nevsên r’esmîye mayîn bê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button