Sîyasî

Me’sûd Barzanî wek’îlê ŞAY-yî alîyê pirsên Sûrîyaêda qebûl kirîye

Lîdêrê k’urd û serokê partîya K’urdistanêye Dêmokratîk Me’sûd Barzanî wek’îlê ŞAY-yî alîyên pirsên Sûrîyaêda Cêyms Cêfrî qebûl kirîye.Pirsên derheqa qewimandinên li Îraqê û Sûrîyaê, usa jî yên derheqa sazbûna h’ukumata Îraqêye nûda hatine gotûbêjkirinê. “Barzanîyê lîdêr daye dîyarkirinê,wekî çi jî hebe k’urd gerekê careke mayîn r’astî pêşer’oja nee’yan neyên”,- nava e’lametîya belavkirîda hatîye gotinê, k’îjanêda usa jî hatîye dîyarkirinê,wekî lîdêrê k’urd dijî wê yekê derk’etîye, ku li bakûrê Sûrîyaê guhar’tinên dêmografîk bêne mîyaserkirinê.Barzanî û Cêfrî usa jî guhdarî danîne li ser p’êwendîyên ŞAY û K’urdistanê, bi t’aybetî nava hevk’arîya leşkerîda, ya ku dijî têr’orîzmêye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button