H’emû nûçe

Li Beg’dayê merivekî bi koronavîrûsê nexweşk’etî hatîye dîtinê

Duh wezîreta Îraqêye sag’lemîxweykirinê îzbat kirîye,wekî li Beg’dayê cara e’wlin merivê bi koronavîrûsê nexweşk’etî hatîye dîtinê.Peyî vê e’lametîyêr’a usa dertê,wekî li Îraqê r’eqema merivên wê nexweşîyê k’etî gihîştîye şeşa.Hatîye r’agîhandinê,wekî ew xortê cahil piştî paşdahatina ji Îranê hatîye kontrolkirinê û li cem wî ew nexweşî dîtine.Ew meriv kirine bin kontrola doxtira.Em bêjin, pêşda merivek li bajar’ê Necefê, lê çar jî li K’irkûkê hatine dîtinê.Ev h’emû meriv jî çûbûne Îranê û paşda hatine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button