SerekeSîyasî

Êrdog’an hindava R’ûsîyayêda bi mîyaserkirina opêrasîyonên yekalîva gef xwerine

Heger R’ûsîya borcdarîyên xwe mîyser neke, yên girêdayî pirsa Îdlîbêr’a, T’irk’îyayê opêrasîyonên yekalî mîyaserke.Derheqa wê yekêda serokê T’irk’îyayê R’êcêb T’ayb Êrdog’an h’eyştê adarê gotîye.Êrdog’an daye dîyarkirinê,wekî bona welêt her qirarek ya qebûlkirinêye, k’îjanê bêqezîyabûna binelîyên Îdlîbê û sînorên T’irk’îyayê bide ç’areserkirinê.Ji şeva şeşê adarêda agirbest hatîye e’lamkirinê, ya ku  wextê hevr’axeberdanên li Moskvayê hate destanînê.Serk’arê merk’eza lihevanînê Olêg Jûravlyov e’lam kirîe,wekî piştî agirbestê, têr’orîstên Sûrîyayê şeş cara agir kirine.Lê h’evtê adarê wezîrê T’irk’îyaêyî p’arastinê e’lam kirîye,wekî t’er’ibandin t’unebûne. Em bêjin,wekî pêncê adarê li Krêmlê hevr’axebrdanên r’ûsa-t’irka derbaz bû,wextê k’îjana alî p’evk’etine, ku  girêdayî opêrasîyonar’a h’al bidine qeydekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button