SerekeSîyasî

Piştî r’asthatina Pûtîn-Êrdog’an r’êjîma agirbestê tê t’er’ibandinê: şêwirmenda Esed

Şêwirmenda serokê Sûrîyayê Bûsêyna Şaban T’irk’îya nava wê yekêda gunek’ar kirîye,wekî r’êjîma agirbestêye li Îdlîbê e’lamkirî hatîye t’er’ibandinê. “Piştî r’asthatina serokên R’îyayê û T’irk’îyayê Vladîmîr Pûtîn û R’êcêb T’ayb Êrdog’an T’irk’îyayê careke mayîn agirbest t’er’ibandîye”,- Şabanê gotîye.Ewê gotîye,wekî h’ukumata Sûrîayê r’êjîma agirbestê xweyî dike. “Em hazirin r’êjîma agirbestê xweyîkin û borcdrîyên xwe biqedînin”,-şêwirmenda serokê Sûrîyayê gotîye.Şabanê daye k’ifşê, wekî ewana t’exmîn dikin,wekî NATO û Yektîya Avropayê wê kirinên T’irk’îyayê şermezarkin, k’îjan dijî normên navnet’ewîne. Sûrîya dewleta serbeste, lê bi t’evbûna T’ir’îyaêye agrêsîv zyanê dik’eve.Em gumanin,wekî NATO, Yetîya Avropayê û welatên dinîaêye mayîn wê kirinên T’irk’îyayê r’exnekin”,-şêwirmenda Esed xeberdana xwe ser hevda anîye.Alî p’evk’etine ku zona bêqezîyabûnê sazkin, k’îjan bi dirêjaya r’îya Sûrîaêye M-4 şeş kîlomêtra berbi bakûr û bi ewqasî jî berbi başûre.Xêncî wê yekê ewana p’ev k’etine 15-ê adarê têrîtorîya Sûrîyaêye M-4 t’evayî bip’arezin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button