H’emû nûçe

Li Ermenîstanê r’eqema nexweşên bi koronavîrûsê gihîştîye 78-a

Bi gotina wezîrê Ermenîstanêyî saxlemîxweykirinê Arsên T’orosyan, r’eqema merivên başqekirî gihîştîye 6OO-î. Derheqa wê yekêda wextê weşana zindî,wezîrê Ermenîstanêyî saxlemîxweykirinê Arsên T’orosyan gotîye. Bi gotina wî li cem 18 merivên nexweş t’u nîşanên nexweşîyê t’unebûne. Ewî usa jî serda zêde kirîye,wekî 6OO meriv jî hatine başqekirinê. Em bêjin,wekî bi h’esabê h’etanî êvara 17-ê adarê r’eqema merivên nexweş li Ermenîstanê gihîştibû 72-a û paşê jî şeş meriv jî serda zêde bûn û bi h’esabê t’omerî gihîşte 78-a. Ji 16-ê adarêda li Ermenîstanê h’alê qeydeder hatîye e’lamkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button