Sîyasî

Beh’seke baş: li Ermenîstanê îşev r’eqema nexweşên bi koronavîrûsê zêde nebûye

Duh êvarê r’eqema nexweşên bi koronavîrûsê, usa jî îro şebeqê 194 bûn.Em bêjin,wekî anegorî h’esabên duh şebeqê r’eqema wan 19O bû, lê h’etanî duh evarê gihîşte 194-a.Em bîr bînin,wekî nexweşê e’wlinî li Ermenîstanê yekê adarê hate dîtinê, yê ku 11-ê adarê ji nexweşxanê îdî derk’et.Peyî wê yekêr’a mrivên ji Îtalîyayê hatî ew nexweşî anîne Ermenîstanê.Jineke ji Êcmîyazînê ji Îtalîyayê hatibû û çûbû şahîya kur’ê xwe.Piştî wê yekê r’eqema nexweşaye li Ermenîstanê zêde bû.Piştî zêdebûna nexweşa,ji 16-ê adarê h’etanî 14-ê nîsanê li Ermenîstanê h’alê qeydeder hatîye e’lamkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button