SerekeSîyasî

Li K’irkûkê şeş cîyên DAÎŞ-ye xweveşartinê hatine dîtinê

Polîsîya Îraqa fêdêral e’lam kirîye,wekî şeş cîyên DAÎŞ-ye xweveşartinê li provînsîya k’urdaye K’irkûkê hatine dîtinê.Hatîye r’agîhandinê,wekî ew cî wextê opêrasîyona bi sirê hatine dîtinê.Li wandera 2O dezgên t’eqandinê, 19 r’okêtêne “Katyûşa” û sîlih’ên başqe hatine dîtinê.Em bêjin,wekî K’irkûk dik’eve nava “têrîtorîyayên hevr’aqayîlnekirî”, li k’îderê cime’ta cûr’e- cûr’e dimîne.Pirsa K’irkûkê di navbera Hewlêrê û Beg’dayêda hela hê nehatîye h’elkirinê.Ji cotmeha sala 2O17-da K’irkûk k’etîye bin kontrola h’ukumata Îraqê.Li vê provînsîyayê her dem kirinên têr’orîstî tên mîyaserkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button