H’emû nûçeSereke

Komîsara berfirehkirina Yekîtîya Avropayê Marta Kosê ji zerdelên Ermenîstanê reçel çêkirîye /wêne/

Komîsara berfirehkirina Yekîtîya Avropayê Marta Kosê li ser rûpela xwe ya medyaya civakî wêne belav kirine û ragîhandîye ku ewê ji  zerdelên Ermenîstanê reçel çêkirîye.

“Min ev reçel ji zerdelên ermenî çêkirîye”.

Zerdele sembola guhartinên ku li Ermenîstanê diqewimin. Di hilbijartinên meha borî de, piraniya ermeniya dengê xwe dan partiyên ku dixwazin têkiliyên nêzîktir bi Yekîtîya Avropayê re bikin. Rûsîyayê hewil da ku bi sînordarkirina îtxalata fêkî û kulîlkên ermenî bandorê li dengdanê bike.Yekîtîya Avropayê, di berdêla xwe de, bi vekirina bazara xwe ji bo gelek ji van berheman alîkarîya Ermenistanê kirîye.

Ji ber vê yekê ez hevtîya borî li Ermenîstanê bûm û bi seleke mezin ya zerdela vegeryam Bryûsêlê. Min piranîya wan dan hevalên xwe. Min ji yên mayî reçel çêkir.

Hevalekî min li reçelê nihêrî û got:”Qutîyên azadiyê”. Ez fikirîm ku ev awayekî xweşik bû ku meriv wê bêje.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button