SerekeSîyasî

Li Swîsrê “Forûma Kurdînasîyê ya Navneteweyî” tê lidarxistin

Akadêmîya Cûdî di çarçoveya xebatên xwe yên zanistî de amadekarîyên ji bo “Forûma Kurdînasîyê ya Navneteweyî” temam dike.

Tê çaverêkirin ev çalakîya ku wê bibe navendeke girîng ya dan û standinên akadêmîk, di navbera 10 û 12 ê tîrmeha sala 2026 a wê li Lênkê ya bajarê Bêrnê yê Swîsrê bê lidarxistin.

Kampa havînê ya akadêmîk

Forûma ku bi duruşma “Di rewşa nû ya dinyayê de, xebatên Kurdînasîyê: ziman, nasname, sîyaset û pêwendîyên navneteweyî” tê organîzasîyakirin, ji çarçoveyên hişk yên kongrê û konfêransên klasîk dûr e.

Ev çalakî wek “Kampa havînê” hatîye sêwirandin da ku kûrahîya akadêmîk bi dewlemendîya çandî û atmosfêreke germ re bike yek.

Kordînatorê forûmê Fethî Kaya di daxuyanîya xwe de bal kişandîye ser vê taybetmendîyê û gotîye:

“Em dixwazin rûbereke wisa ava bikin ku beşdar him gotûbêjên zanistîyê bikin û him jî derfeta tecrûbekirina çand, muzîk, xwarin û govenda kurdan bi dest bixin.”

Kadroya akadêmîk ya navneteweyî

Di forûmê de 16 kurdologên bîyanî yên ji 10 welatên cuda amade dibin.

Di roja duyem ya çalakîyê de, çar rûniştinên sereke bi beşdarîya pisporên cîhanî tên lidarxistin:

Rûniştina yekem (mêtodolojî): li ser rewşa kurdînasîyê ya li cîhanê û zehmetîyên mêtodolojîk. (modêrator: Prof.Maykl Çayêt)

Rûniştina duyem (jêopolîtîk): piştî rûdanên li Rojhilata Navîn, rewşa kurdan û Kurdistanê. (modêrator: Borîs Cêyms)

Rûniştina sêyem (ziman): niqaşên li ser standartkirina zimanê kurdî û pirsgirêkên sîyasî. (modêrator: Prof. Katarîna Brîzîç)

Rûniştina marem (nasname): dîyaspora, ziman û pêrspêktîvên derveyî welat yên li ser civakên kurd. (modêrator: prof. Ofra Bêncîo)

Stratêjîyên paşerojê û torên hevkarîyê

Roja dawî ya forûmê (12 ê tîrmehê) wê bi “maseya gilover” ya bi modêratorîya Canroc Yîlmaz Keleş bi dawî bibe.

Di vê rûniştinê de plankirina projeyên hevbeş, avakirina torên akadêmîk û ajendayên lêkolînên paşerojê tên niqaşkirin.

Di merasîma girtinê de, ji bo xebatên akadêmîk yên li ser ziman û çanda kurdî, wê rêz li beşdaran bê girtin û plakêt bên dayîn.

Rêyên têkilîyê

Akademiya Cûdî ya ku di bin sîbana fêderasîyona komeleyên mala kurdan de dixebite, ji bo akadêmîsyên, lêkolîner û rewşenbîran platformeke serbixwe  raber dike.

Kesên ku dixwazin agahîyên berfirehtir derbarê bernameyê de bistînin, dikarin bi rêya navnîşana e-posteya jêrîn têkiliyê deynin: [email protected]

Zêdetir nîşan bide
Back to top button