H’emû nûçe

61 selefê cime’ta Ermenîstanê nava pirsa şer’k’arîya dijî koronavîrûsê optîmîste

Asosîyasîya navnet’ewîye Gêllap’ê derheqa koronavîrûsêda li 26 welatên dnîyayê lêpirsîn derbaz kirîye.61 selefê lêpirsîyara optîmîzmî dane dîyarkirinê û gotine, ku bi t’exmîna wana meha tê wê başbe.Li 26 welatên dinîyayê ji 24 h’ezar merivî zêdetir hatine lêpirsînê.36 selefê cime’tê difikire,wekî tiştê herî xirab hela hê pêşîyêye, lê 36 selef jî difikire,wekî tiştê herî xirab îdî derbaz bûye, lê 27 selef jî difikire,wekî h’alê wî cûr’eyî jî bimîne.Selefekî cime’tê nikaribûye caba pirsê bide. Li Brîtanîyayê 82 selef, li Nîdêr’landa 77 selef, li Fransîyayê 7O selef, li Avstrîyayê 68 selef difkirin, ku wê baş nîbe. Feqet cime’tên Ermenîstanê, T’irk’îyayê, Qazaxstanê, Hindistanê, Korêayê, Adirbêcanê diha gelekî optîmîstin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button