
Çînistanê e’lam kirîye,wekî ewê nava şer’k’arîya dijî koronavîrûsê piştgirîyê bide K’urdistanê. Ev yek piştî r’asthatina dêlêgasîya Çînistanêye doxtirîyê û ya wezîreta K’urdistanêye saxlemîxweykirinê hatîye belavkirinê. Dêlêgasîya Çînistanêye doxtirîyê e’lam kirîye,wekî Çînistanê piştgirîya anegor bide K’urdistanê.Nava r’aportêda gavên h’ukumata herêma K’urdistanêye dijî koronavîrûsê bilind hatine qîmetkirinê.Usa jî hatîye pêşnîyarkirinê, ku cime’t li malê bimîne, bona ku vîrûs belav nebe.