H’emû nûçe

Ji r’oja înîyê me pirs danîye ku r’ojê h’ezar têstî bikin:Nîkol P’aşînyan

Me pirs danîye pêşîya xwe ku nava r’ojên pêşîya meda h’ejmara têsta bighînine h’ezarî.Derheqa wê yekêda,wextê dayîna caba pirsên welatîya, Nîkol P’aşînyanê serekwezîr gotîye. “R’oja îroyîn têstên herr’oje ji 25O-î h’etanî 3OO û h’etanî 4OO-î tên kirinê, lê me qirar kirîye nava vê h’evtêda r’ojê h’etanî h’ezar têsî bikin. Niha em gelek têsta dik’ir’in”,-P’aşînyan gotîye.Bi gotina wî t’evî înstîtûteke ulmî ew pirs tê gotûbêjkirinê, ku cîda têsta çêkin. “H’ukumatê îro qirar qebûl kir, me jî êp’êce p’ere başqe kir, bona ku matêrîyala bînin, bidine înstîtûtê, bona ku çêkirina wana destpêkin.P’êşekzana derheqa wê yekêda pêşnîyar kirine û dane bawarkirinê,wekî ew yek wê bibe û em jî hazir dibin r’ojê h’ezar têsî bikin”,- serekwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button