H’emû nûçe

Ji dehê nîsanêda li Ermenîstanê wê her r’oj h’ezar têst bêne kirinê: P’aşînyan

Serekwezîrê Ermenîstnê Nîkol P’aşînyan wextê civîna h’ukumatêye r’oja îroyîn e’lam kirîye,wekî ji dehê nîsanêda li Ermenîstanê wê bona dîtina koronavîrûsê r’ojê h’ezar têsta bikin. “Nava encamê gotûbêjkirinada em hatine li ser wê fikirê,wekî gerekê nîşandayîn hebe, bi t’aybetî bona h’emû xebatk’arên doxtirîyê, nexweşên p’işka û vîr’ûsên başqe”,-P’aşînyan gotîye.Serekwezîr daye dîyarkirinê,wekî anegorî h’esabên dawî hatîye dîyarkirinê,wekî h’ukumat îdî kontrola koronavîrûsê dike.Usa jî em bêjin,wekî cîgirê serekwezîr duh e’lam kiribû,wekî ji Çînistanê 12O aparatên dayîna hewa bo p’iştka, 6O h’ezar têst, 6O h’ezar maskên doxtirîyê, 28O h’ezar maskên xwep’arastinê, 2O h’ezar berç’e’vkên p’arastinê û cêrge tiştên mayîn, hatine anînê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button