H’emû nûçeSereke

R’ûyê koronavîrûsêda k’urdên-êzîdî wê cejina “Çarşema sor” derbaz nekin

Şêwira êzdîyaye r’uh’anî e’lam kirîye,wekî r’ûyê h’alê girêdayî koronavîrûsêr’a cejina “Çarşema sor” wê neyê derbazkirinê.Derheqa wê yekêda şêwirmendê şêwira r’uh’anî K’erîm Silêman gotîye BasNews-ê û daye dîyarkirinê,wekî ewê qanûnên h’ukumata Herêma K’urdistanê xweykin, yên ku dijî belavbûna koronavîrûsêne û bo wê yekê jî wê girêdayî “Çarşema sorr’a” berevbûn t’unebin.Ewî daye dîyarkirinê,wekî qanûnên h’ukumatê bona k’ara cime’têne, ku cime’tê ji koronavîrûsê bip’arêzin.Em bêjin,wekî hersal meha nîsanê cime’t ji her p’arçên dinîyayê tên Lalişê ku li wir t’evî cejina “Çarşema sor”-bin

Zêdetir nîşan bide
Back to top button