H’emû nûçe

Ji Ermenîstanê 91 xwendik’arên k’urd û merivên mayîn paşda veger’îyane K’urdistanê

Dêpartamênta K’urdistanêye heleqetîyên der e’lam kirîye, wekî 91 xwendik’arên k’urde li Ermenîstanê û usa jî çend welatîyên mayîên r’ûê koronavîrûsêda ji Yêrêvanê cîguhastî K’urdistanê kirine.Derheqa wê yekêda K’urdistan 24-ê r’agîhandîye.Wek’îlê dêpartamênta heleqetîyên der Halgurd Salayî gotîye,wekî 89 xwedik’ar û usa jî du merivên başqe gihîştine Hewlêrê.Paşdaçûyîna wan welatîya bi hevk’arîya dêpartamênta K’urdistanêye heleqetîyên der, wezîreta Îraqêye k’arên der û h’ukumata Ermenîstanê hatîye t’eşkîlkirinê.Halgurd Salayî r’azaîbûna xwe e’lamî h’ukumatên Îraqê û Ermenîstanê kirîye.Ewî usa jî daye dîyarkirinê,wekî eva k’oma e’wlin bû, ku ji Ermenîstanê veger’îyaye K’urdistanê.Zûtirekê dîsa 2OO xwendik’arên k’urd wê ji Ermenîstanê her’ine K’urdistanê.Dêpartamênta heleqetîyên der daye zelalkirinê,wekî ev h’emû merivê wê kar’antîna 14-e r’ojêr’a derbazbin. Hela hê pêşda 27O xwendik’ar ji Brîtanîyayê û Almanîyayê veger’îyabûne K’urdistanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button