SerekeSîyasî

Mazlûm E’bdî êrîşa li ser E’frînê çawa kirina têr’orîstî nav kirîye

Fermandarê hêzên Sûrîya Dêmokratîk Me’zûlm E’bdî t’eqîna li E’frînê gunek’ar kirîye û ew çawa kirina têr’orîstî nav kirîye. Gilî derheqa t’eqîna duhdane. “Ew çi ku duh li E’frînê qewimî, kirina têr’orîstîye bi e’ybe, r’ûê k’îjanêda meriv hatine kuştinê”,-gênêral E’bdî T’wîttêrêda nivîsîye. Fermandarê hêzên Sûrîya Dêmokratîk ew êrîş çawa xirabk’arî û encamê sîyasîya T’irk’îyayêye li E’frînê nav kirîye. Bi gotina wî eva encamê okûpasîya t’irka û sîyasîya t’unekirinêye, ya ku ji alîyê k’irêkirîyada li bajar’ê E’dilayê û Zeyt’ûnê tê mîyaserkirinê”,- E’bdî gotîye. Nêzîkî 5O-î merivî r’ûê wê t’eqînêda hatine kuştinê û bi seda birîndar bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button