SerekeSîyasî

ŞAY li R’ojavayê hêzên sîlih’kirîye nû saz dikin

Nava r’aporta Pêntagonêye çend r’oj pêşda belavbûyî hatîye gotinê,wekî ŞAY niha li ser sazkirina hêzên sîlih’kirîye nû, yên li R’ojavayê K’urdistanê dixebite, yên ku wê bin fermandarîya hêzên Sûrîya Dêmokratîkdabin. Anegorî r’aporta wezîreta ŞAY-ye p’arastinê, deh h’ezar şer’k’arên nû wê hazirîya leşkerîr’a derbazbin û wê bik’evine nava t’eşkîla hêzên Sûrîya Dêmokratîk.Hêzên nû wê ji pênc beşabin û nava her beşekêda wê 112O şer’k’ar hebin, û pêr’a jî p’areskerekî başqe bona şer’k’arîya dijî têr’orîzmê wê bê damezirandinê, wê bik’evine nava k’îjanî 6OO meriv.Bona damezirandina hêzên nû, Pêntagonê 2OO mîlîon dollar başqe kirine.Anegorî r’aporta Pêntagonê, peymanên t’evî şer’k’arên hêzên Sûrîya Dêmokratîk, yên ku wextê derk’etina hêzên amêrîkîye ji Sûrîyayê hatibûne sekinandinê, wê careke mayîn bên dasekinandinê.Usa jî hatîye gotinê,wekî ŞAY opêrasîyonên xweye dijî DAÎŞ-ê aktîv kirine.Hatîye dîyarkirinê,wekî hêzên ku ji alîyê ŞAY-da li K’obanê, Manbîcê û R’eqayê pêşîya çûyîna ji Sûrîyayê hatibûne t’e’lîmkirinê, wê li Hesekê û Dêyr Zorê bibine piştgirên koalîsîyîona navnet’ewî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button