H’emû nûçeSereke

Wek’îlê h’ukumata Herêma K’urdistanê protêstokirina li Dihokê şirove kirîye

16-ê gulanê li Dihokê mamoste berev bûne û dijî derengîêxistina mi’aşa xweye ji alîyê h’ukumata Îraqêda protêsto kirine. Koordînatorê h’ukumata herêmê, yê pirsên r’aportên navnet’ewî Dîndar Zîbarî e’lam kirîye,wekî anegorî qanûnên K’urdistanê îzina protêstokirinên e’dil heye, heger t’eşkîldarên wê pêşda îzinê dixwezin.Bi gotina Zîbarî, e’rza bona derbazkirina meşê hatîye dayînê, lê li ser h’îmê prînsîpên wezîreta K’urdistanêye saxlemîxweykirinê, ew yek hatîye qedexekirinê, çimkî nava doranên şer’k’arîya dijî koronavîrûsêda berevbûnên mezin qedexekirîne.Zîbarî gotîye,wekî bo wê yekê jî hêzên bêqezîyabûnê ew h’al dane r’astkirinê, çimkî t’evbûyên protêstokirinê qanûn t’er’ibandine, lê ne ku xirabk’arî kirine.Bi wê yekêva t’evayî Zîbarî gotîye,wekî t’eşkîldarên protêstokirinê ji alîyê hinek qewatên sîyasîda tên piştgirtinê, çimkî bi gotina wî, p’ir’anîya t’eşkîldarên wê yekê mamoste nîbûne. Zîbarî gotîye,wekî polîsîyayê cêr’ibandîye bi cûr’ê e’dil mîtîngê bide sekinandinê, lê hinek meriv h’al dane guhar’tinê,destpê kirine kevira biavêjin. Çi ku derheqa girtina r’ojne’mevnadane,Zîbarî gotîye,wekî li wir sê meriv hebûne, yên ku r’ojne’mevan bûne, lê çawa protêstokir t’evî mîtîngê bûne, lê ne ku çawa wek’îlên prêssayê. Paşê ji wan meriva t’enê yekî dokûmênta derheqa r’ojne’mevanîyêda nîşan daye û ew jî aza hatîye berdanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button