H’emû nûçeSereke

H’ukumata Herêma K’urdistanê înt’amên bi h’ezara mek’t’ebvana r’ûê koronavîrûsêda dane paşdaêxistinê

Wezîreta K’urdistanêye p’erwerdê înt’amên bi h’ezara mek’t’ebvana girêdayî nexweşîya koronavîrsêr’a dane paşdaêxistinê.Wezîrê p’erwerdê Alan Seh’îd bi têlêvîzîyonê e’lmetî belav kirîye û daye dîyarkirinê,wekî koronavîrûsê ew mecbûr kirine, ku h’emû înt’ama bidine paşdaêxistinê, çimkî xwendik’ar cêrge progiramên p’erwerdê hîn nebûne.Em bêjin,wekî mek’t’eb 26-ê sibatê hatibûne girtinê. Anegorî qirara wezîretê, mek’t’ebvanên ji k’oma e’wlin h’etanî k’oma sisîya wê derbazî k’oma bi sirêbin.Xwendik’arên ji k’oma çara h’etanî k’oma 11-a wê înt’amên xwe sêmêstra duemda bidin, lê qîmetên sêmêstra e’wlin wê bêne h’esabhildanê.Anegorî h’esabên wezîreta p’erwerdê, sala xwendinêye 2O19-2O2O-da, li K’urdistanê mîlîyonek 7OO h’ezar xwendik’ar hebûne.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button