SerekeSîyasî

Li T’irk’îyayê k’itêbxana ser navê Celadet Bedirxan hatîye h’edimandinê

Li Herêma E’frînê, li k’îderê oleke kevinar ya êzîdîya dima, ji 35OOO k’urdên-êzîdî niha 15OO meriv mane. Em bêjin,wekî h’etanî dagirkirina T’irk’îyayê û k’omên piştgirên wê, 35OOO k’urdên-êzîdî li E’frînê diman. Niha ji ola li wir 15OO meriv mane,yên kö e’mirda mezinin û yên nexweþin .Anegorî înformasîyayên t’eşkîletên mafp’arêz 18 k’urdên -êzîdî ji alîyê k’omên sîlih’kirîda hatine kuştinê, nava wanda pênc jin û pênc zar’ok û destpêka okûpasîya t’irka sed jî hatine r’evandinê.Êzdîyên ku niha li wirin, li 22 gundên E’frînê dimînin. Xêncî wê yekê li E’frînê 18 mexberên êzdîya hene, lê p’ir’anîya wana ji alîyê k’omên piştgirên T’irk’îyayêda hatine xirabkirinê.Serk’arê înstîtûta êzdîyaye cî E’lî Îsa, yê ku van înformasîya, yên derheqa t’er’ibandina mafên êzdîyaye li E’frînê berev dike, gotîye wekî ev t’er’ibandin û xirabk’arîyên li E’frînê bi qayîlîya T’irk’îyayê û k’omên piştgirên wê tên mîyaserkirinê. Bi wê yekêva t’evayî hatîye gotinê, wekî xêncî xirabkirina mexberaye li E’frînê, usa jî îzinê nadine êzdîya ku ew her’ine nava mexberên xwe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button