SerekeSîyasî

Xortê k’urdî 2O salî li Enqerê kuştine, çimkî ewî mûzîka k’urdî guhdar kirîye

31-ê gulanê, li Enqerê k’urdekî 2O salî hatîye kuştinê, bona wê yekê wekî ewî avtomaşîna xweda mûzîka k’urdî guhdar kirîye.Endamên malbeta Bariş Çak’an gotine ajansa Mêzopotomîyayê wekî me’nîya kuştina Çak’an guhdarkirina mûzîka k’urdî bûye.Feqet ji şaredarîya Enqerê e’lametî hatîye belavkirinê, wekî wextê nimêjê Çak’an avtomaşînêda mûzîka bi dengê bilind guhdar kirîye û piştî e’şaretdayînê ew yek qewimîye.Hatîye dîyarkirinê,wekî sê xirabk’ara bi k’êrê dilê xort xistine. Girêdayî vê yekêr’a meh’kema Enqerê lêpirsîn destpê kirîye.Xirabk’ar girtîne. Endamekî malbeta Çak’an gotîye,wekî pêşîya wê yekê jî bona guhdarkirina mûzîka k’urdî dîsa êrîş anîne li ser wan.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button