SerekeSîyasî

K’urdistanê t’evî dîyaloga amêrîkîya-îraqîyaye stratêcî bibe

H’ukumata Herêma K’urdistanê dêlêgasîya hazir kirîye, bona ku t’evî hevr’axeberdanên amêrîkîya-îraqîyaye stratêcî bibin. Derheqa wê yekêda wek’îlê h’ukumata K’urdistanêyî hert’imî Cûdîyar Adil gotîye.Nava vê mehêda Waşîngton û Beg’da hazir dibin hevr’axeberdana destpêkin, bona ku bingehê bo p’êwendîyên pêşer’ojê, yên di navbera Îraqê û ŞAY-da, sazkin.Bi wê yekêva t’evayî guhdarîya h’îmlî wê bê danînê li ser hazirîya ŞAY-ye leşkerîye li Îraqê.Wextê prêss-konfêransê k’atibê h’ukumatêyî prêssyayê gotîye r’ojne’mevana,wekî wek’îlên k’oma Îraqêye hevr’axeberdana wê bên K’urdistanê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button