H’emû nûçe

Li Yêrêvanê wê t’ivingên ot’omatîke “Kalaşnîkov” bêne berevkirinê

Hevk’arîya ermenîya-r’ûsaye leşkerî-têxnîkî, usa jî ç’areserkirina bêqezîyabûna Ermenîstanêye leşkerî, zêdekirina potênsîyala Ermenîstanêye p’arastinê û modêr’nîzasîyakirinê h’esab hiltîne. Hema ji wana yek jî li Ermenîstanê çêkirina t’ivingên ot’omatîke “Kalaşnîkov”-e.P’evk’etina derheqa berevkirina wî sîlih’î, t’ebaxa sala 2O18-a li Moskvayê wextê r’asthatina Davît’ Galstyan û cîgirê serokê konsêr’na “Kalaşnîkov”-ê Andrêy Barîşnîkov hatîye destanînê.Îsal meha gulanêda bi we’dê deh sala, qayîlnivîsar hatîye îmzekirinê.Nava wî we’deyîda têr’a tê dîtinê bi deh h’ezara sîlih’ên wî cûr’eyî berevkin. H’etanî îmzekirina peymanê, pr’ojeya wê li R’ûsîyayê prosêsa qayîlîyêr’a derbaz bûye. Hatîye r’agîhandinê,wekî k’arxana anegor ji sifirda hatîye çêkirinê û destpêka tîrmehê ewê îdî bê vekirinê. Destpêkêda p’erç’ên wan sîlih’a wê ji R’ûsîyayê bên stendinê, lê li vir jî t’ivingên AK-1O3 wê bêne berevkirinê.Paşê çêkirina p’arç’ên wan jî li vir wê bê mîyaserkirinê.Derheqa vê yekêda wek’îlê wê îdarê Îgor Gordîênko gotîye. Li r’ex cîyê çêkirina wan sîlih’a, beşeke cuda jî tê çêkirinê, li k’îderê bona esker wê aparatên ku germayê dibînin, çêkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button