H’emû nûçe

Gelo têsta koronavîrûsêye p’eretî çi bihaye û meriv li k’îderê dikare wê têstê hilde?

Eva îdî êp’êce we’deye, ku bi peymana t’evî wezîretê: xêncî laboratorîyayên belaş, usa jî têstên p’eretî tên derbazkirinê.Laboratorîyada têstên wî cûr’eyî ji 2O-î h’etanî 25 h’ezar diramin. Li laboratorîya ” PROM TÊST”-ê têstek 2O h’ezar dirame û caba wê nava sê r’ojada tê stendinê.Têsteke başqe jî heye, bi k’îjanê tê kontrolkirinê, ku gelo meriv pêşda nexweş k’etîye, yan na.Bahê wê têstê 3O-î h’ezar dirame. Li laboratorîya bi navê “Vardanans” bahê têstê 25 h’ezar dirame.Wextê dayîna têstê, gerekê sê-çar seh’et pêşda av û nan neyêne xebitandinê.Li wir jî bahê wê 2O h’ezare, lê caba wê piştî 2O deqeyî hazir dibe.Em bêjin,wekî ev têst h’îmlî yan yên almanîne, yan jî yên çînîne.Encamên wana berev dikin û r’aberî wezîreta saxlemîxweykirinê dikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button