SerekeSîyasî

Wek’îlê K’urdistanêyî nava hevr’axeberdanên amêrîkîya-îraqîyaye stratêcîda çûye Bexdayê

Wek’îlê K’urdistana Îraqê bona t’evbûna t’evî dîyaloga stratêcîye di navbera ŞAY û Îraqêda çûye Bexdayê. Çawa ku wek’îlê h’ukumata herêma K’urdistanê Faris Îsa gotîye, serokê admînîstrasîya serokê K’urdistanê Fewzî Herîrî wê wextê wan hevr’axeberdana Hewlêrê r’aberke. Dîyaloga amêrîkîya-îraqîyaye stratêcî wê bi vîdêokonfêransa di navbera wek’îlên îraqîya, k’urda û amêrîkîya destpêbe û guhdarîya h’îmlî wê bê danînê li ser p’êwendîyên ŞAY û Îraqê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button