H’emû nûçe

K’oma e’wlin ya doxtirên ji R’ûsîyayê hatîye Ermenîstanê

Bi teyara Moskva-Yêrêvanê k’oma doxtiraye e’wline ji R’ûsîyayê, bona şer’k’arîya dijî koronavîrûsê, hatîye Ermenîstanê. “Nêzîkî 5O-î doxtirên ji R’ûsîyayê qayîlîya xwe dane ku bên Ermenîstanê.Ewê anegorî k’omên p’êşekzanaye sazkirî bên Ermenîstanê. Destpêka meha tîrmehê wê k’oma duem bê Ermenîstanê”,- nava e’lametîyêda hatîye gotinê. Ji wezîreta saxlemîxweykirinê r’agîhandine,wekî bi wê teyarê usa jî dem û dezgehên doxtirîyê û eşîyaên xwep’arastina ji koronavîrûsê anîne Ermenîstanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button