SerekeSîyasî

Pompêyo de’wê dike, ku merivkujê p’êşekzanê îraqî cezakin

Girêdayî kuştina p’êşekzanê îraqîyî alîyê bêqezîyabûnê Hîşam al-Haşimîr’a k’atibê ŞAY-yî dewletê Mayk Pompêyo de’wa heqîtîyê kirîye.Wextê hevdîtina t’evî r’ojne’mevana, Pompêyo usa jî derheqa gefxwerinên hindava Haşimîda gotîye, yên ku ji alîyê k’omên piştgirên Îranêda hatine kirinê.Ewî gotîye,wekî çend r’oj pêşîya kuştina wî, gef li wî xwerine. “Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî t’evî dewletên hevk’ar kuştina wî gunek’ar dike û de’wê dike ku Îraq merivên ku ew yek mîyaser kirine, li ber cabdarîyê bide sekinandinê”,-Pompêyo gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button