H’alê li ser sînorê arsaxîya-azêrîya, yê nava h’evtîya derbazbûyîda
Ji wezîreta Arsaxêye p’arastinê r’agîhandine,wekî li zona de’w û doza arsaxîya-azêrîya agirkirinên ji alîyê azêrîyada kêm bûne. “Ji 26-ê tîrmehê h’etanî yekê t’ebaxê, li ser xeta di navbera hêzên Arsaxê û Adirbêcanêda, r’êjîma agirbestê ji 17O cara zêdetir hatîye t’er’ibandinê.Azêrîya bi sîlih’ên cûr’e-cûr’e nêzîkî 17OO fişek berbi t’abîyên ermenîya agir kirine”,-nava e’lmetîyêda hatîye gotinê.Hêzên p’arastina Arsaxê r’êjîma agirbestê xweyî dikin û bona t’eşkîlkirina p’arastina t’abîya, gavên anegor diavêjin.Em bîr bînin,wekî ji 18-a h’etanî 25-ê tîrmehê li ser xeta di navbera arsaxîya-azêrîya r’êjîma agirbestê ji 26O carî zêdetir ji alîyê azêrîyada hatibû t’er’ibandinê.Wî çaxî nêzîkî 23OO fişek ji alîyê azêrîyada berbi t’abîyên ermenîya hatibûne barandinê.