Anegorî me’lûmetîyên seroketîya cî, teyarên t’irkaye leşkerî r’oja şemîyê sê neh’îyên provînsîya Dihokêye li K’urdistanê dane ber bomba. Neh’îyên Dêrelokê, Batifê û Şîldazê bombebran kirine. Derheqa wê yekêda kanala têlêvîzîonêy Rûdawê r’agîhandîye. Hatîye dîyarkirinê,wekî nîşangeha wan derbgîhandina, avtomobîla sîvîl bûye. Derheqa zyank’êşada t’u tişt nehatîye gotinê. Êrîşa nû li provînsîya Dihokêye li neh’îya Zaxoyê tê mîyaserkirinê.Em bêjin,wekî T’irk’îyayê ji 15-ê h’ezîranêda, opêrasîyona leşkerî dijî PKK-ê destpê kirîye. R’ûê wê yekêda li alîyê provînsîya Dihokê h’etanî niha h’evt meriv hatine kuştinê.
Gotarên eynî
Ji alîyê Adirbêcanê ve ragîhandina Şûşîyê wek paytexta ciwanan ya teşkîleta hevkarîya Îslamî, berovajîkirina dîrokê ye: fonda “Gexard”
23.04.2024, 19:25
Mûzêy-înstîtûta komkujîya Ermenîyan tundîya li dijî ermenîyên Arsaxê ji alîyê Adirbêcanê ve bi kûrahî lêkolîn dike
23.04.2024, 18:30
Herwiha kontr’ol bike
Close