H’emû nûçe

Peymana Sêvrê dikare nava her we’deyîda bê îzbatkirinê: dîrokzan

Peymana Sêvrêye aşîtîyê r’oja îroyîn jî k’emala xweye we’dê niha unda nekirîye. Heger xwestina her welatekî ya sîyasî hebe, yên ku ew peyman îmze kirine, dikare qirara dîrokî qebûl bike, wê dokûmêntê îzbatke û welatên mayîn jî peyî wî welatî her’in. Derheqa wê yekêda, wextê civîna ulmîye p’êşk’êşî sedsalîya îmzekirina peymana Sêvrê, serk’arê beşa dîroka k’omkujîya Ermenî û înstîtûta pirsa Ermenî Armên Marûk’yan gotîye. Bi gotina wî, qirara Wîlson û dêklarasîya h’emermenîye sala 2O15-a qebûlkirî çawa h’îmê dîrokî û h’iqûqîyî qewîn bona de’wek’arîyên me tên h’esabê. Ewî ew t’êz çawa ya qebûlnekirinê h’esab kir, çimkî peymana Sêvrê nehatîye îzbatkirinê û ewê qewat nestendîye, bo wê yekê jî qirara Wîlson niha ya qebûlkirinê nîne. Marûk’yan bîr anî, wekî anegorî peymana Sêvrê, seroketîya T’irk’îyayê h’ukumata t’irkên cahil çawa t’eşkîleta têr’orîstî nas kirîye û bi wî cûr’eyî qîmetê sîyasî dane r’êjîma t’irkên cahil.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button