H’emû nûçe

Li ser t’emamîya têrîtorîya Ermenîstanê qedexa berevbûna û neçûyîna xebatê ji ort’ê tê hildanê

Li ser t’emamîya têrîtorîya Ermenîstanê qedexa berevbûna û neçûyîna xebatê ji ort’ê tê hildanê, ya ku bi îzindayînê tê mîyaserkirinê, lê hinek qanûn gerekê bêne xweykirinê. Derheqa wê yekêda wextê civîna h’ukumatê, wezîrê Ermenîstanêyî e’daletê R’ûstam Badasyan gotîye. Bi gotina wî, têmpên zêdebûna nexweşîyê kêm dibin, lê hejmara merivên ku ji wê nexweşîyê wefat dibin, zêde dibe. Çawa ku hatîye dîyarkirinê, eva cara pêncaye ku h’alê qeydeder careke mayîn tê dirêjkirinê.Xêncî wê yekê welatîyên ji welatên başqe wextê ku tên Ermenîstanê, heger hindava wanda hospîtalîzasîya nayê mîyaserkirinê, wî çaxî ew bi 14 r’ojava başqe dibin.Feqet heger nava 14 r’ojada têst tê kirinê û tê nîşandayînê, wekî nexweşî li cem wan t’une, ew îdî başqe nabin.T’eşkîldarîyên malbeta jî tên milahîmkirinê.Meriv dikarin t’eşkîdarîyên xwe derbazkin, lê hejmara meriva bighîje h’etanî 4O merivî, pêr’a jî qanûnên bêqezîyabûnê xweykin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button