SerekeSîyasî

Beşîr Hedad derheqa hevr’aqayîlbûna di navbera Me’srûr Barzanî û Mistefa K’azimîda şirove kirîye

Cîgirê serokê parlamênta Îraqê Beşîr Hedad gotîye, wekî wextê axavtina têlêfonêye derbazbûyî, ya di navbera serekwezîrê K’urdistanê Me’srûr Barzanî û serekwezîrê Îraqê Mistefa K’azimîda cêrge qirar hatine qebûlkirinê.Ewî gotîye,wekî wextê axavtina bi têlêfonê qirara derheqa wê yekêd hatîye qebûlkirinê, wekî Bexdayê 32O mîlîyard dînara her meh bişîne K’urdistanê, h’etanî ku pr’ojeya byûcêya sala 2O21-ê bê îzbatkirinê.Girêdayî h’alê fînansîyî nihar’a, 32O mîlîyard dînara wê zûtirekê bişînine K’urdistanê, çawa beşeke mi’aşa qulixçîyên herêmêye dewletê. Bi gotina Hedad, wextê axavtina Barzanî û K’azimî qayîlîyî hatîye destanînê, wekî konstîtûsîya Îraqê h’îmê h’elkirina h’emû pirsgirêkaye. Herdu alîya jî derheqa girîngîya hevr’axeberdanên di navbera Hewlêrê û Bexdayêda dane dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button