SerekeSîyasî

Hewlêr û Bexda êtapa hevr’axeberdanaye nû wê girêdyî neftê û byûcêyêr’a destpêkin

H’ukumatên K’urdistanê û Îraqê wê girêdayî pirsa neftê û byûcêyêr’a êtapa hevr’axeberdanaye nû destpêkin. Derheqa wê yekêda k’atibê şêwira K’urdistanêye wezîra, Amanc R’eh’îm gotîye, yê ku endamê dêlêgasîya K’urdistanê bû û wê dêlêgasîyayê wextê seredana li Waşîngtonê, r’êberîya serekwezîrê Îraqê Mistefa K’azimî dikir. Bi gotina Amanc R’eh’îm, xeberdana têlêfonêye di navbera serekwezîrê K’urdistanê Me’srûr Barzanî û serekwezîrê Îraqêda alî kir, ku hevr’axeberdan bêne lezêxistinê. Wextê seredana li Bexdayê, ya ku wê nava vê h’evtêda derbazbe, dêlêgasîya h’ukumata Herêma K’urdistanê wê pirsa derheqa p’ara Hewlêrêye nava pr’ojeya byûcêya sala 2O21-da, pêşda bik’işîne.Gumana h’ukumata herêmê heye bighîjine qayîlnivîsara konkrêt, ya ku wê anegorî berjewandîyên dualîbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button