Ce’dandina bona ku li r’êgîyonê bibe dewleta here pêş, T’irk’îya dicêr’ibîne h’ukumê xwe li ser hevalk’ara xweye stratêgî û girîng, Adirbêcanê, zêde bike.Wî alîda Enqerê t’abîyên xweye cuda piştî bûyarên 12-ê tîrmehêye li ser sînor qewimî, dane qewînkirinê.Ya e’wlin, wan r’oja Enqerê gelek cara derheqa piştgirîya hindava Adirbêcanêda got û eşkere hindava Ermenîstanêda gef xwerin, ya duda, piştî mehekê dêlêgasîya t’irkaye derecebilind çû Bek’ûyê, ku dîna xwe bide t’e’lîmên t’irka-azêrîyaye t’evayî, yên ku giva bona ji ermenîya p’arastina lûlên gazê û neftê hatine derbazkirinê.Piştî t’e’lîma wezîrê Adirbêcanêyî p’arastina Zek’îr H’esenov got, wekî bi piştgirîya hêzên t’irkaye sîlih’kirî, eskerê azêrîya wê borcdarîya xweye pîroz biqedîne. Fe’mdarîye wekî Êrdog’an bona ç’e’vên bedew wê alî E’lîêv neke, lê dewsa wê yekê ewê de’wa berdaxustina bike. Çentin nîne, ku meriv bifikire, wekî berê e’wlin gilî wê derheqa r’êsûrsên ênêrgîyayê û êkonomîkayêdabe.Adirbêcan li Kavkazê bona eşîyayên t’irka sûkeke girînge. Anegorî lêk’olînên merk’eza gêopolîtîkî, sala 2O18-a 2O selefê welatîyên başqe, yên ku li Adirbêcanê dixebitin, welatvînîya Adirbêcanê stendine.Hejmara t’eşkîletên t’irkaye bîznêsê li Adirbêcanê îdî ji h’ezarî zêdetire.Van salên dawî t’evî Adirbêcanê T’irk’îyayê cêrge pr’ojeyên mezin mîyaser kirine: lûla neftêye Bek’û- T’ibîlîsî-Cêyhan, lûlên gazêye Bek’û-T’ibîlîsî- Erzurum, xebitandina r’îya h’esinîye Bek’û-T’ibîlîsî-Qers, ya ku bona T’irk’îyayê ji alîyê gêpolîtîkîda gelekî girînge û bi wê yekê Enqerê û Bek’ûê hevva dide girêdanê.Anegorî me’lûmetîyên Open Caucasus Media-ê, seroketîya T’irk’îyayê h’emû tiştî dike, ku wa gotî bi “qewata nerm” p’erwerdê, ziman, çandê û h’ukumê xwe li Adirbêcanê belav bike.Feqet pirsa Adirbêcanêye sereke, ya ku îzinê dide T’irk’îyayê ku Bek’ûê k’efa destê xweda qewîn bigre, pirsgirêka Qerebag’êye. Dewsa wê yekê T’irk’îya çawa gar’anta bêqezîyabûna avtonomîya Nexçêvanê pêşda tê û îzin daye xwe, ku eskerê xwe bike Nexçêvanê.Gotinên wezîrê Adirbêcanêyî p’arastinê, wekî gumana xwe didine li ser hêzên t’irkaye sîlih’kirî, şe’detîya wê yekê didin, wekî bi qayîlîya Bek’ûê, Enqere gema serk’arîkirinê hildide destê xwe. Ew yek dide k’ifşê,wekî gotina Heydar E’lîêve “miletek û du dewlet” hildiweşe û werguhêzî tiştekî mayîn dibe: “welatek û du milet”. Ew yek dide k’ifşê, wekî zûtirekê lîstikçîyên r’êgîyonê wê mecbûrbin t’evî T’irk’îyayê bişuxulin, çimkî sûbyêkta serbeste bi navê “Adirbêcan” wê undabe.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close