H’emû nûçe

Li Ermenîstanê bêyî r’êjîma h’alê qeydeder t’eşkîldarîyên kar’antînê wê hebin

Wezîrê Ermenîstanêyî e’daletê R’ûstam Badasyan wextê civîna h’ukumatê desta pr’ojeya r’aber kirîye, ya ku wê mecala e’lamkirina kar’antînê bide, lê bêyî r’êjîma h’alê qeydeder.Desta pr’ojeya t’evî wezîreta saxlemîxweykirinê hatîye hazirkirinê. “Çawa ku me gelek cara gotûbêj kirîye, wekî diqewime h’alekî usa pêşda bê, wextê ku kêmbûna têmpên nexweşîyê mecalê bide bêyî r’êjîma h’alê qeydeder şer’k’arîyê dijî koronavîrûsê bikin. Bo wê yekê jî me desta van pr’ojeya hazir kirîye û em pêşnîyar dikin guhar’tina bikin û du tiştên h’îmlî zêdekin: “Derheqa ç’areserkirina bêqezîyabûna belavbûna nexweşîyêye nava cime’têda” û “Derheqa p’arastina binelîyaye nava h’alê qeydederda”. Desta pr’ojeyên anegor heger we’deda bê qebûlkirinê, h’etanî 11-ê îlonê, wî çaxî h’alê qeydeder wê neyê dirêjkirinê”,-Badasyan gotîye. Anegorî guhar’tinên pêşnîyarkirî, heger nexweşî belavbe û h’alê qeydeder pêşda bê, dikare kar’atîn bê e’lamkirinê. Kar’antîn usa jî dikare ji alîyê h’ukumatêda bê e’lamkirinê: li qezayên welêt, li gumirika û li cîyên mayîn.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button